HEJMARA QURBANIYAN GIHAŞT 321’AN Û DAIŞ’Ê TEQÎN GIRTIN SER XWE

Di rêzeteqînên ku roja Yekşêmê li Srî Lankayê rû dabûn de. Hejmara qurbaniyan ji 290 kesî derket 321 kesan.
Çeteyên DAIŞ’ê jî komkujî girt ser xwe.

Desthilatên Srî Lankayê îro ragihand ku hejmara kesên ku di teqînên roja Yekşemê de mirin, gihaşt 321 û hejmara birîndaran jî gihaşt 500 kesan.

Duh berdevkê hikumeta Srî Lankayê Rajitha Carsini got:

Êrîşên ku di roja cejna Paskalyayê de li Srî Lankayê pêk hatine, ji hêla komên rêxistina Cemat El-Tewhîd a Wetenî ve hatine kirin.

Îro jî çeteyên DAIŞ’ê berpirsyartiya xwe ya van rêzeteqînan bi daxuyaniyekê ragihand û got:

Kesên ev êrîş li Srî Lankayê pêk anîne, ji çekdarên me ne.

Srî Lanka roja Yekşemê çavên xwe li ser 8 teqînan vekiribû.

Ev yek hêrseke mezin li giştî cîhanê çêkir.

Nirxandinên cuda ji van hedefgirtinan re hatin kirin.

Yek ji van nirxandinan ku ew bersiva êrîşa mizgeftên New Zelandayê ye.

Ji nava hemû dewletan jî berteka herî hişk a dewleta Tirk bû.

Jixwe li Sûrî, Lîbya, Miser û gelek deverên din hemû belge piştevaniya dewleta Tirkiyê ji van komên çete re eşkere dikin.

 

 

Leave a Reply

Back to top button