Li Efrînê ya ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin, qirkirin û talankirina xwezayê bê navber didome.
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên bi navê El-Hemzat di navbera gundê Satya û gundê Gozê yên navçeya Cindirêsê de bi sedan daran dibirin û li bazarên Efrîn û Idlibê difroşin.
Çeteyên dewleta Tirk bi hinceta nêzîkbûna zivistanê û şewitandinê darên daristanên Efrîn dibirin.
Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ku ji roja Efrîn hatiye dagirkirn 398 hezar û 650 dar hatine şewitandin û zêdeyî 17 hezar hatine birîn û 20 hezar dar jî ji kokê de hatine rakirin.