Facebook, Whatsapp û Instigram bi tinebûna xwe ya 6 saetan bûn rojeva tevahî Cîhanê

Şevê din, li tevahî cîhanê bi qasî 6 saetan Facebook, Whatsapp û Instagram ji jiyana me derketin.
Bêguman bi vê hinek xemgîn bûn û hinekan ji me jî gotin, mala Xwedê ava me careke din rûyê hev dît.
Berpirsê Facebookê Mark Zûkerberg ji raya giştî re got, ji ber pirsgirêkeke teknîkî ev rewş derketiye holê û lêborîna xwe xwest.
Tevî vê yekê jî der barê têkçûna sîstemê ya 6 saetan de gelek gotegot û galgal têne kirin.

Em gelek tiştan hîn dibin an jî me hîn dikin û dema ew ji jiyana me derdikevin, hema bêje em hildikumin û hin ji me di kendalekî re dikevin xwarê.

Şevê din, li dinyayê hemûyî, 3 platformên medya dijîtal Facebook, Instagram û Whatsapp ji bo 6 saetan ji cîhana me derketin.

Bi vê rewşa nû û ji nişkê ve piraniya mirovan li ser bandora van platforman a li ser jiyana xwe fikirîn.

Herçiqasî piraniya mirovan bi têkçûna sîstema van platforman xemgîn bûn jî civatên mîna me Kurdan bêhna wan hat ber wan û gotin, mala Xwedê ava me careke din rûyê hev dît.

Rayedarên van platforman li hemberî vê rewşê ku cîhan hemû xistin nava guftûgoyekê, pêşî dengê xwe nekirin, lê paşê berpirsê hersê platforman Mark Zuckerberg daxuyaniyek da û îddîa kir ku di dema paqijkirina sîstemê de ev arîşe çêbûye.

Herçend Zuckerberg mijarê bi kêmasiyeke teknîkî rave bike jî lê hin îddîa hene ku sîstem ji bo demekê ji aliyê hackeran ve hatiye şikandin.

Li tevahî dinyayê bi qasî 3 mîlyar kes van platformên navbirî bi kar tînin û tê îddîakirin ku xwediyê wan 6.7 milyar dolar zirar kiriye.

Li cîhana bazirganiyê ya ferazî, di borsayê de çendîn mîlyar bi dest xwe xistin, mijareke nediyar e.

Kûpê van platformên navborî ango Facebook, Whatsapp û Instagramê li Amerîkayê ne, û piştî vê rewşa qewimî, çav li rê ye, hukûmeta Koşka Spî dest li van şîrketan werde.

Back to top button