PDK ji bo pêkanîna van planan Aştî Koçer ê dev bixwîn erkdar kiriye

5 roj mane û welatiyên Îraqê dê biçin ser sindoqên hilbijartinê.
Li seranserî Îraq û başûrê Kurdistanê, partiyên siyasî û namzetên serbixwe propagandayan didomînin.
2 û 3’yê Cotmehê, PDK’ê bi behaneya propagandayê, bi sedan çekdarên bi serkêşiya “Aştî Koçer” dan pêşiya namzetan û hewl dan derbasî Şengalê bibin.
Lê belê Şengaliyan her du caran pêşî li wan girt û nehiştin derbas bibin.
Ji ber ku Êzidî dizanin ku ev kesekî çeteye, destên wî di xwîna bi sedan kesî de heye û yek ji kesên herî qirêj ê PDK’ê ye.

2 û 3’yê vê Cotmehê, li rex namzetên PDK’ê, hêzeke çekdarî ya mezin, bi behaneya propagandakirina namzetan, xwest ku bikeve nava Şengalê..

Şengaliyan her du caran jî, rê li ber çekdar û namzetan girtin û nehiştin derbas bibin..

Li gor Ajansa Nûçeyan a Feratê “ANF”, di her du hewldanên derbasbûnê de, Aştî Koçer -berpirsiyarê foca 17’an a PDK’ê- serkêşiya çekdaran dikir..

Aştî Koçer, li şûna Qadir Qaçax ê qewitandî, hatiye erkdarkirin..

Li gor agahiyên ku ANF’ê bi par ve kirine:

“Aştî Koçer 5’ê Tîrmehê ji aliyê PDK’ê ve ji bo berpirsiyariya foca 17’an hate erkdarkirin.

Şandina vî kesî ji bo ketan nava Şengalê, çavnebarî û xêrnexwaziya PDK’ê eşkere dike.

Şengalî baş dizanin ev Aştî Koçer kî ye û çi qirêjî kiriye.

Tiliya Koçer di kuştina bi sedan kesan de heye.”

Nivîskar Feysel Daxîlî: Aştî Koçer mirovekî çete û rêgir e

Di pirtûka bi navê “Birakujî” ya lêkolîner û nivîskar Feysel Daxîlî de jî ev agahî hatine biparvekirin:

“Aştî Koçer mirovekî çete û rêgir e.

Kes nizane çi qas kes kuştine.

Koçer sîxur û mêrkujekî Fazil Mîranî ye, yê ku ji bo MÎT’a Tirk kar dike.”

Kesê bi navê Aştî Koçer 28’ê Îlona 2021’ê ji televîzyoneke bi ser PDK’ê ve der barê hilbijartinê de axivîbû..

Di bernameyê de gotibû ew niha ji ber bêewlebûnê, nikarin biçin Şengalê..

Her wiha gotibû planên vegera ji bo Şengalê niha ne guncav in..

Ya balkêş ew e piştî van gotinan, tenê bi 3 rojan, Aştî Koçer û çekdarên PKD’ê berî dan Şengalê..

Çavdêrên siyasî dibêjin Aştî Koçer bi fermana Tirkiyeya dagirker tevdigere..

Back to top button