Malbatên Şehîdan ji bo girtina cenazeyên gerîlayên şehîd kon vedan

Çekdarên PDK’ê, 29’ê Tebaxê 5 gerîlayên HPG’ê li herêma Xelîfan a bi ser Hewlêrê şehîd xistin.
Her wiha gerîlayek jî bi birîndarî dîl, ket destê çekdarên PDK’ê..
Heya niha cenazeyên gerîlayên şehîd di destê PKD’ê ne..
Meclisa Malbatên şehîdan a Herêma Cizîrê, li dijî vê, li ber dergeha Sêmalkayê ya sînorî ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayên ji Rojava çadir vegirtin û daxuyaniyek dan.

Partî Demokratî Kurdistan-PDK, xwe bi temamî firotiye dewleta Tirk ya dagirker..

Bi fermana wê şervanên azadiyê, dixe kemînan û şehîd dixe..

29’ê Tebaxê li herêma Xelîfanê ya girêdayî Hewlêrê, PDK’ê komeke gerîlayên HPG’ê xistin kemînekê..

PDK’ê 5 gerîla şehîd xistin û yek jî bi birîndarî dîl girt..

Li dijî vê xiyanet û van kirinên dermirovî, her wiha ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayên ji Rojava, Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê, li bajarê Dêrikê li ber dergeha Sêmalkayê ya sînorî kom bû û çalakiya konvedanê li dar xist..

Di çalakiyê de, malbatan digel wêneyên şehîdan, pankartên,,

“Bijî berxwedana gerîla”, “Sîxurî û xiyanet firotina axa welêt e” û “Ji xiyanet û sîxuriyê re êdî bes e” hildan..

Di çalakiyê de, Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Mehsûm Hesen daxuyanî xwend û got:

“Em di vê demê de hewl didin cîhan bi tevayî me û statuya me nas bike.

Lê belê, hêzên ajan û xayin ji bo razîkirina Erdogan û AKP-MHP’ê, hewl didin destkeftiyên Kurdan têk bibin.

PDK’ê li ser xiyanetê israr dike.

Bi vê yekê xizmeta dijminên gelê Kurd dike.

Şehîdxistina her 5 gerîlayan, xiyaneta herî mezin a li dijî Kurdan û projeya demokratîk e.”

Di daxuyaniyê de, bang li hêzên Kurdistanî hat kirin ku sînorekî ji xiyaneta mala Barzanî re deyînin..

Her wiha bang li azadîxwazên li Tirkiyê hate kirin ku li dijî Edoganê faşîst serî hildin..

Li gor Saziya Malbatên Şehîdan çalakiya konvedanê dê 7 rojan dewam bike…

Back to top button