Gerîlla Heqî Zîlan: Bi namerdî êriş kirin û armanca wan yekser îmhakirina me bû

HPG çend roj berê têkildarî kemîna PDK’ê ya 29’ê Tebaxê ya li Xelîfanê daxuyanî da û nasnameya 5 gerîllayên ku şehîd bûne eşkere kir.
Di heman demê de HPG’ê diyarkiribû ku aqûbeta gerîllayeki wan ne diyare û gerîllayê bi navê Heqî Zîlan jî piştî demeke dirêj karîye xwe bigihîne hevalên xwe.
Gerîlla Heqî Zîlan ji ANF’ê re behsa bûyerê kir û got: ”Bi rengeki namerdane kemîn danîn û erişî me kirin. Armanca wan rasterast tunekirina me bû.”

Weke tê zanîn şeva 28’ê Tebaxê, hêzên PDK’ê li Xelîfanê li dijî komek gerîllayan kemîn danîbûn û êrişî 7 gerîllayên vê komê kiribûn.

Tekildarî mijarê navenda ragihandin û çapemenîya HPG’ê daxuyanî dabû û aqûbeta şervanên xwe dîyar kiribû.

Li gorî daxuyanîya HPG’ê ji 7 gerîllayan 5 şehîd bûne, aqûbeta yekî ne dîyare û hevalê wan Hekî Zîlan piştî demeke dirêj karîye xwe bigihîne refên xwe.

Gerîlla Hekî Zîlan qala êrişa Xelîfanê kir û got: ”Berî ku em bi rê bikevin, fermandarîya me ji me re got: ”Hay ji provakasyonan hebin û bi tedbîr bin.”

Em 23’ê Tebaxê ketin rê. Jixwe berîya demekê li herêma Xelîfanê, PDK’ê êriş biribû ser 3 hevalên me.

Ji ber vê yekê, em pir bi baldarî û hessas tevdigerîyan.

Gerîlla Hekî da zanîn ku heya çemê Zapê bê pirsgirêk çûne got: ”Şeva 28-29’ê Tebaxê em gihîştin Çemê Zê.

Li wê derê ne baregeheke PDK’ê ne jî ya hêzeke din hebû. Ne jî bendeke kontrolê.

Li pêşiya me hevalê Serdem, li pey wî jî hevalên Şoreş Colemêrg, Şoreş Mêrdîn, Tolhildan, Axîn, Brûsk hebûn û herî dawî jî ez dimeşiyam.

Hîn bi qasî 100 metreyî em ji qiraxa çem çûbûn, ji nişka ve bêyî hişyarî an jî fîşekeke ber bi hewayê ve were teqandin, gulebaraneke giran û bênavber bi ser me ve hate kirin.

Li wê qada vala, li ser girên derdorê bi cih bûbûn û bi çekên giran li me direşandin.

Armanca wan ne ew bû ku me bisekinînin yan jî dîl bigirin.

Hevalên Tolhildan, Axîn û Brûsk ên li pêşiya min di cih de şehîd bûn.

Gulereşandina destpêkê bi qasî 15-20 deqeyan bênavber bi giranî dewam kir.”

Hekî diyar dike ku paşê çekdarên PDK’ê diçin ser birîndaran û wan di cih de dikujin û ew jî piştî 16 rojan bi zor û zehmetî dikare xwe bigihîne hevalên xwe.

Back to top button