Malbatên Şehîdan ên Efrînê: ENKS li dijî Rojava di nava xiyanetê de ye

ENKS’ li dijî Rojava hevkariya bi dewleta tirk re didomîne û dewleta Tirk û çeteyên wê li herêmên dagirkirî weke hêzên rewa dibîne.
Endam û rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan ên Efrînê diyar kirin ku ENKS xizmetê ji gelê Kurd re nake û hevkariya wê ya dewleta Tirk re şermezar kirin.

Têkildarî dijminatiya ENKS’ê li dijî Kurdan, endam û rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrînê ji ANHA’yê re axivîn.

Ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan Ednan Şêx Mihemed diyar kir ku ENKS’ê li diî şoreşa Rojava di nava xiyanetê de ye.

Şêx Mihemed diyar kir ku bangên avakirin yekitiya neteweyî yên ji bo ENKS’ê bi ser neketin, ji ber ku ENKS’ê ji hemû peymanan direve.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Bîlal Bîlal got,

“ENKS’ê nûnertiya kurdayetiyê nake. Kesên ku nûnertiya gelê Kurd dikin li çiyayan e ji bo gelê xwe canê xwe feda dikin.”

Bîlal di dawiyê de got, ENKS xizmetê ji gelê Kurd re nake û bang li gel kir ku li ber kirinên ENKS’ê rabin.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Efrîn Fewzî Mistefa jî der barê mijarê de xwest ku hesab ji ENKS’ê bê xwestin.

Back to top button