Rêxistinên Civaka sivîl: “Divê PDK’ê bes tiştên wiha bike ku xizmetê dide dijmin”

22 rêxistinên civaka sivîl li Qamişlo hatin gel hev û êrişên PDK’ê yên li ser gerîla û Şengalê şermezar kirin û gotin:
”PDK’ê divê bes tiştên wiha bike ku xizmetê dide dijmin.”
Ciwanên Tebqayê bi daxuyaniyekê li dijî hevkariya PDK’ê bi dewleta Tirk re û hewldanên ji bo ketina şengalê şermezar kirin.

Bi armanca şermezarkirina êrişên PDK’ê yên li dijî gerîla û Şengalê 22 rêxistin hatin gel hev û daxuyaniyek dan.

Daxuyanî li pêşiya avahiya giştî ya TEV-DEM a li bajarê Qamişlo hat dayîn.

Di daxuyanîyê de wiha hat gotin,

“Tevgera Kurd di vê qonaxê de hewl dide yekîtiya aliyên Kurd pêk bîne.

Tevgera Rizgariya Kurdistanê li Şengalê ji bo parastina Êzidiyan bi sedan şehîd da, lê PDK’ê bi desteka dewleta Tirk hewl dide êrişî Şengalê bike.

Kiryarên PDK`ê di vê demê de li dijî doza Kurdan e û tenê dixwaze hevalbendê xwe yê Tirk razî bike.

Em ji tevgerên PDK’ê yên li herêma Xelîfanê bi fikar in, PDK’ê bi kemînekê 5 hevalên me şehîd xistin.

Divê PDK`ê dev ji mîna van kiryarên ku dikevin xizmeta berjewendiyên dijminên Kurdan, berde.

Pêwîst dike ku hêzên Kurdistanê li gorî berpirsyariya exlaqî li hemberî siyasetên PDK’ê û yên li dijî civaka Kurd û bi taybetî civaka Êzidî bisekinin.”

Ciwanên Tepqayê: Emê li hemberî xiyanetkar û komplogeran bisekinin

Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên bajarê Tebqayê jî bi daxuyaniyekê êrişên PDK’ê yên li dijî gerîla û hewldanên wê yên ketina Şengalê şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin:

“Yek ji xiyanetên PDK’ê di 2014’an de bû Şengal radestî DAIŞ’ê kir û li dijî Kurdên Êzidî komkujî hat kirin.

PDK’ê hewl dide careke din Şengalê bi rûbirûyî komkujiyan bihêle.”

Ciwanan bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîla û bêdengiya li hemberî wê jî şermezar kirin.

Di dawiyê de Ciwanên ewê ji bo parastina Şengalê tê bikoşin û li dijî hemû xiyanet û komployan bisekin.

Ciwanên Qamişlo: Emê li hember êrişên li ser Şengal û gerîla bêdeng nemînin

Her wiha bi dehan ji Ciwanên Şoreşger ên Qamişloyê kombûn û bi daxuyaniyekê êrişên li ser gerîla û Şengalê şermezar kirin

Ciwanan diyar kirin ku ewê li hemberî van êrişan bêdeng nemînin.

Back to top button