Şaneya Krîzê ya Herêma Cizîrê îro biryar da ku qedexeya derketina derve ji derveyî Qmişlo, Dêrik û Hesekê li hemû bajarên herêma Cizîrê bê rakirin .
Li ser daxwaza meclisên navçe û bajarokên girêdayî herêma Cizîrê û ji ber zehmetiyên jiyanê yên ji ber qedexeya derketina derve tên kişandin, Şaneya Kirîzê ya Herêma Cizîrê ev biryar da:
– Qedexeya giştî ya derketina derve li hemû deverên herêma Cizîrê bê rakirin ji bilî bajarên Qamişlo, Dêrik û Hesekê.
– Pêkanîna biryara danîna meskeyan û kesên biryarê pêk neyînin wê 2000 lîreya Sûrî ceza bidin.
– Ji bo dikan û navendên firotinê, kesên maskeyan li xwe nekin û navendên van biryaran pêk neynin 10000 lîreyê Sûrî wê ceza bidin.