Li herêma Firatê qedexeya giştî di roja 4’an de ye

Ji bo rawestandina berbelavbûna vîrûsa Corona qedexeya giştî li herêma Firatê di roja 4’an deye.

Piştî hejmara pêketiyên vîrusa Corona ya pêla 4’emîn li herêmê zêde bû Rêveberiya Xweser qedexeya giştî li herêmên xwe ragihand.

Li gorî biryara qedexeyê, ji bilî nexweşxane û dermanxane û dikanên xwarinê vekirî namîne.

Têkildarî mijarê Hevseroka Desteya Tenduristiyê ya Herêma Firatê Ezîze Îbrahîm axivî û wiha got:

” Ji ber hejmara pêketiyê vîrûsa Corona yê zêde bû biryara qedexeyê hat ragihandin lê ji ber gelek kes biryarê bi cih nayîne dibe ku bibe sedema bobelateke mirovî.

Ezîze Îbrahîm daxwaz ji şêniyan kir ku bi wan re bibin alîkar. Û kesên ku nîşaneya vîrûsê li ser wan xuya dibe bila berê xwe bidin navendên Tendrustiyê û testên guncaw çêkin.

Li gorî daneyên dawî ya Desteya Tendurisiyê ya 5’ê vê Cotmehê, 29 hezar û 132 kes bi Coronayê ketine, ji wan 2 hezar û 209 baş bûne û 968 kes mirine.

Back to top button