Ciwanên Şoreşger ên Helebê li dijî tecrîda li ser rêber Apo meşek li dar xist

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan ên Helebê li dijî tecrîda li ser rêber Apo meşek li dar xist.

Bi sedan ciwan, endamên saziyên sivîl û partyiên siyasî tevlî meşê bûn.

Miş ji pêşiya hola civînan a rojavayê taxa Şêxmeqûsdê dest pê kir.û li qada Cibayat a rojavayê taxê veguherî mêtîngê.

Di mîtîngê de Ciwanan daxuyaniyek dan û têde diyar kirin ku dema rêber Apo li Sûriyê bû li çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata navîn digeriya û di serî de doza Kurd.

Lê dewletên komploger di serî de yên ku dijminatiya Kurdan dikin Rêber Apo ji sûriyê derxistin û di 15’ê Sibata 1999’an de ew girtin û xistin girtîgeha Îmraliyê.

Ciwanan da zanîn ku di vê komployê de rola PDK’ê têde hebû ku heya roja me ya îro berdewam e.

Ciwanan destnîşan kirin ku armanc ji tecrîdê ewe ku nehêlin ramanê wî di nava gelê azadîxwaz de belav bibe. Û Tevgera Rizgariya Kurdistanê têk bibin.

Lê ji ber ku bi hezaran xwedî li fikir û felsfeya rêbertî derketin, komplo negihişt armancên xwe.

Di dawiyê de Ciwanan Soza dan ku wê têkoşîna xwe xurt bikin ta ku azadiya fîzîkî ya rêbertî pêk were.

Back to top button