Li Werxelê gerîla hin teqemeniyên artêşa Tirk dîtin û ew bê bandor kirin

Tevî ku dewleta Tirk a qirker li herêmên Parastinê yên Medyayê bi teknîkên herî pêşketî êrişî gerîleyan dike, roj bi roj bêhtir di bindikeve.

Gerîlayan li qada berxwedanê ya Werxelê hin tepemeniyên artêşa Tirk dîtin û ew bê bandor kirin.

Dewleta Tirk a qirker ji 23’ê Nîsanê ve êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike.

Hêzên Gerîla jî barxwedaneke bêhempa li dijî dewleta Tirk dike.

Artêşa Tirk jî ji bo vê têkçûna xwe binixumîne, dest bi rêbazên şer ên qirêj mîna bikaranîna teqemeniyan kiriye.

Dîmenên ku Gerîla kişandiye, diyar dike ku çawa dewleta Tirk teqemeniyan li Başûrê Kurdistanê bikar tîne.

Gerîla van teqemeniyan dibîne, wan bêbandor dikin her wiha wan li dijî dagirkeran bi kar tîne.

Back to top button