Desteya Tenduristiyê: 55 hezar derziyên Coronayê derbasî herêmê bûne

Cîgirê Hevserokatiya Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser Mehmûd El-Ebdulah destnîşan kir ku 55 hezar derziyên vîrusa Coronayê derbasî herêmê bûne. 

Mehmûd El-Ebdulah destnîşan kir “ev derzî têrê nakin, ji ber ku hejmara pêketiyên vîrusê zêde ye. ”

Mehmûd eşkere kir “Ji ber wê jî desteyê staratjiyek ji bo danyîn a derziyan danî. Beşa yekemîn ji bo kadroyên tenduristiyê bû. Ji ber ku ew zêdetir danûstandinê bi nexweşan re dikin.”

Mehmûd El-Ebdullah diyar kir ku li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê 15 navend ji bo dayîna derziyan hatine diyarkirin.

Dawiyê Cîgirê Hevserokatiya Desteya Tenduristiyê Mehmdû El-Ebdulah bang li hemû welatiyan kir ku tedbîrên pêwîst bigirin ku pêşî li belavbûna pêla çaremîn a vîrusa Koronayê bigrin.

Back to top button