Li Iraqê 9 çeteyên DAIŞ’ ê hatin girtin

Li Iraqê jî li dijî çeteyên DAIŞ’ê operasyon pêk tên.. Di operasyonên herî dawî de jî ku li çend bajarên Iraqê hatin kirin, 9 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin.

Yehya Resûl, Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdarî yên Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand “di operasyonên hemwext de li Iraqê 9 çete hatine girtin.”

Yehya Resûl eşkere eşkere kir “Dezgeha Dij-Terorê li parêzgehên Enbar, Selehadîn, Bexda û Nînowa 7 çete û li Hewlêrê jî li gel hemahengiya asayîşa Herêma Kurdistanê 2 çete di operasyonên hemwext de girtine.”

Bi giştî di van operasyonên dawî de, 9 çeteyên DAIŞ’ê hatine girtin.

Back to top button