9 û 10’ê Cotmehê, wê li gelek welatên Ewropayê bi dirûşma ‘Azadiya Rêber Apo azadiya me ye’ çalakî li dar bikevin. TJK-E bang li her kesî kir ku tevlî çalakiyan bibin û hêrsa li dijî komployê nîşan bidin.
Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê TJK-E’ê di salvegera komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an de wê li gelek bajarên Ewropayê çalakiyan li dar bixe.
TJK-E’yê diyar kir ku çalakî wê bi dirûşma “Azadiya Rêber Apo azadiya me ye” di 9-10’ê Cotmehê de ji aliyê rêxistinên jinan ve bên kirin û cih û dema çalakiyan eşkere kir.
TJK-E’ê bang li her kesî kir ku 9-10’ê Cotmehê bi berpirsyariyeke mezin tevlî çalakiyan bibin.