Ciwanên Kurd ên li Freiburgê banga berxwedanê kirin

Li dijî faşîzm û tecrîda li ser Rêber Apo, li Almanyayê ciwan li hev civiyan û banga berxwedanê kirin.

Di çarçoveya pêngava ‘Werin Cenga Azadiyê’ de, li bajaraê Freiburgê yê Almanyayê ciwan li hev kom bûn û çalakiyek pêk anîn.

Çalakgeran li dijî bikaranîna çekên kîmyewî, li hemberî xiyaneta PDK’ê û tecrîda li ser Rêber Apo bang li ciwanan kirin ku dakevin qadan .

Koma dostaniya Kurd serdana nobeda azadiyê kir

Li aliyekî din Nobeda ‘Azadî ji Ocalan re’ ku li bajarê Strasbourgê yê Fransayê ji bo azadiya Rêberê Abdullah Ocalan pêk tê, di hefteya 485’an de ye.

Çalakî bi koma ji bajarê Darmstadt ê Elmanyayê dewam dike.

Koma Dostaniya Kurdan a Parlamenta Ewropayê vê hefteyê serdana çalakgeran kir, û diyar kirin ku ji bo çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka Kurd di vê Ocalan û girtiyên siyasî hemû tavilê bêne berdan.

Back to top button