Besê Erzîncan: Pergala Îmraliyê ne sînorên exlaqî û ne jî wijdanî nas dike

Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan îşaret bi pergala êşkenceyê ya li Îmraliyê kir.
Besê Erzîncan komploya navneteweyî bi komploua li dijî xeta azadiya jinê bi nav kir ku jin jî li dijî wê pêşengtiyê dikin.

Besê her wiha destnîşan kir “Dewleta Tirk a ku li ber berxwedana gerîla bêçare maye, çekên kimyewî bi kar tîne.” 

Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan beşdarî ‘Bernameya Taybet’ a telefezyona Medya Haber bû û derbarê polîtîkayên êşkenceyê ya li ser bingeha komploya navneteweyî nirxandin kir.

Besê Erzîncan diyar kir ku li ser Rêbertiya me pergaleke êşkenceyê heye ku ne sînorê exlaqî û ne jî sînorê wijdanî, hiqûqî nas dike.

Besê got:

Xwestin kurdan biqedînin, lê rêbertiya me di çarçoveya azadkirina civak û jinê li dijî vê rewşê derket. Ev yek jî helwestek bû ku hesabên pergalê xira kir. Ji ber vê Rêbertiya me hate girtin. Lewra ji bo Rojhilata Navîn were dizaynkirin û serwerî li ser were danîn ev komplo pêk hat.

Besê Erzîncan: Komplo li dijî xeta azadiya jinê ye, jin jî xwedî li rêberê xwe derdikevin

Besê Erzîncan komplo li dijî xeta azadiya jinê bi nav kir û destnîşan kir ku rêber Apo ji bo azadiya jinê geş bibe, milîtanî, partî û pergala wê ava kiriye.

Lewra ji bo dîroka jinê ya winda derxîne holê kedeke mezin daye. Bi hişmendiyeke kûr a azadî û demokrasiyê li pirsa jinê dinere. Komploya navnetewî jî ji bo ku azadiya jinê geş nebe hatiye kirin.

Li hemberî vê jî Besê Erzîncan helwesta jinan a li dijî Komployê anî ziman ku jin bi roleke girîng a pêşengtiyê rabûne.

Besê Erzîncan: Bi helwesta berxwedanê ya li îmraliyê AKP-MHP diqede

Her wiha Besê îşaret bi êrişên dewleta Tirk li ser başûrê Kurdistanê û berxwedana gerîla jî kir û got:

Bi helwesta berxwedanê ya Îmraliyê, bi xwedîderketina gelê me ya li tevgera me, AKP-MHP qediya. Dewleta Tirk a ku li ber berxwedana gerîla bêçare maye, çekên kimyewî bi kar tîne.

Endama Koordînasyon KJK’ê têkildarî pêngava, ‘Dema azadiya jinê û parastina civakê ye’ jî anî ziman ku wan bi pêngavê re biryardariya li ser têkoşînê danîne.

Ji vê yekê re jî jinên ciwan û dayikan pêşengtiyê dikin.

Besê Erzîncan: Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo rojeva me ya sereke ye

Endama Koordînasyon KJK’ê Besê Erzîncan herî dawî wiha got:

Azadiya fizîkî ya Rêbertiya me rojeva me ya sereke ye. Çalakiyên ku wê werin divê kirin divê bi bingehê werin kirin.

Back to top button