Aldar Xelîl: Dewleta Tirk li tevahiya herêmê di nava hewldanên dagirkeriyê de ye

Bi rasthatina salvegera Komploya Navnetewî ya 9’ê Cotmehê û salvegera êrişên li ser Serêkanîyê û Girê Spî Endamê Konseya Hevserokatiyê ya PYD’ê Aldar diyar kir ji bo dawîkirina dagirkeriya dewleta Tirk divê di hemû aliyan de xebat were kirin. Aldar Xelîl got, “Em pêkhateyên Sûriyê divê Sûriyeya xwe ji nû ve ava bikin.”

Endamê Konseya Hevserokatiyê ya PYD’ê Aldar Xelîl bi boneya salvegera komploya navnetewî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêber Apo û salvegera êrişên dagirkeriyê yên li dijî Serêkaniyê û Girê Spî ji ANF’ê re axivî.

Aldar Xelîl bal kişande li ser beşdariya hêzên navnetewî ya komploya navnetewî û diyar kir hêzên mijara gotinê bi komployê dixwestin li Rojhilata Navîn pêvajoyeke nû bidin destpêkirin.

Xelîl wiha got,

“Di destpêka sala 1999’an de ev komplo gihîşt asta dîlgirtina Rêber Apo. Piştî salên 2000’î li Rojhilata Navîn pêvajoyên nû dest pê kirin. Di van pêvajoyan de li herêmê tiştek weke berê nema û heta niha jî ev pêvajo dewam dike.”

Aldar Xelîl anî ziman dewleta Tirk bi komployê dixwest Tevgera Azadiyê û Rêber Apo bê bandor bike da ku karibe li gorî berjewendiyên xwe tevlî pêvajoya nû ya li herêmê bibe.

“Niha dewleta Tirk li bakur û rojhilatê Sûriyê û tevahiya herêmê di nava hewldanên dagirkeriyê de ye. Destpêkê Cerablûs, Ezaz, Bab dagir kirin û paşê bi rêya komên xwe destwerdan li hundirê Sûriyê kir. Paşê jî êrişî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî kir. Destwerdan li Tûnis, Lîbya, Sûdan, Misir, Yemen û Ermenîstanê kir. Niha jî êrişî başûrê Kurdistanê dike. Dixwaze dagirkeriya xwe ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê mayînde bike.”

Aldar Xelîl: Dagirkeriya dewleta Tirk divê bi tevahî bi dawî bibe

Aldar Xelîl bal kişande li ser bi dawîkirina dagirkeriya dewleta Tirk wiha got,

“Dagirkeriya li Sûriyê divê bi tevayî bi dawî bibe. Dewleta Tirk ne tenê dagirkeriyeke leşkerî û siyasî pêk tîne, di heman demê de herêmên ku dagirkiriye guhertinên demografîk lê dike, gelên herêmê ji cih û warên wan derdixe, kesên din lê bi cih dike.”

Aldar Xelîl da zanîn hemû pêkhate û hêzên herêmê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk in û diyar kir
Ji bo bi dawîkirina dagirkeriyê wê di hemû qadan de têkoşîn bê meşandin.

Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl di dawiyê de îşaret bi girîngiya demokratîkbûna Sûriyê û destûra nû kir û wiha got,

“Pêwîstiya gelên Sûriyê bi pergaleke demokratîk û destûreke nû heye.
Em weke pêkhateyên Sûriyê divê Sûriyeya xwe ji nû ve ava bikin. Divê mafên hemû gelan lê hebe û azad bijîn. Divê hemû gelên Sûriyê ji bo vê yekê yekîtiya xwe ava bikin.”

Back to top button