Azerbeycanê ofîsa lîderê dînî yê Îranê Xamaneyî ya li Bakû girt

Di navbera Azerbeycan û Îranê de aloziya heyî zêde dibe.
Piştî tewambariyên li pêşberî hev, Bakûyê ev yek derbasî qonaxek nû kir.
Azerbaycanê ofîsa nûnerê lîderê olî yê Îranê Elî Xamanêyî û Mizgefta Huseyniye girt.

Berdevkê Wezareta Karên Hundir a Azerbaycanê Ehsan Zahidov îdia kir ku ofîs û mizgefta li Bakû ji ber vîrosa Covid-19’an hatiye girtin.

Zahidov got, “Yek ji wan deverên ku enfeksiyona koronavirus vê dawiyê lê belav bûye Mizgefta Huseyniye ye.

Mîna cihên din, Mizgefta Huseyniyê jî hate girtin.

Vê gavê, karûbarê epidemiolojî li wir tedbîrên guncan digire.”

Balkêşe ev bûyer piştî nêzbûna Îran ya ji Ermenîstanê re hat.

Tevî hemû aciziyên Azerbeycanê jî Îranê li sînorê Bakû û Êrîvanê dest bi tetbîqata leşkerî kir.

Ev yek jî bo sedema ku peyamên gefxwarinê navbera aliyan despê bike.

Tahran, Bakû bi îdiaya Îsraîl û çeteyên DAIŞ aniye sînorê wî tewambar dike.

Niha jî çav li Îranê ye gelo wê li hemberî helwesta Azerbeycanê helwestek çawa nîşa bide.

Back to top button