Zelenskiy, ji ber hilbijartin Rûsya li Kirimê pêk anî cezayên nû xist meryetê

Di navbera Kîev û Moskowa de, krîza Krimê cezayên nû bixwere anî.
Serokdewletê Ukrayna Volodymyr Zelenskiy ji ber hilbijartinên Rûsya li Kirimê bi awayekî neqanûnî pêk anî, cezayên nû ferz kir.

Bi biryara Komîteya Ewlehî û Parastina Neteweyî ya Ukraynayê, 95 kes ku di nav wan de hemwelatiyên Rûs jî hene, ketin lîsteya cezayan.

Li gorî cezayên ji aliyê Zelensky ve hatine dayin, wê ji van kesan re heta hetayê qedexeya derketina derve bê dayîn û samanên wan bên cemidandin.

Her wiha hat destnîşankirin ku 3 şirketên Rûî û yek a Sîngapûrî jî di nav lîsteya cezayên aborî de ne.

Li Rûsya, di navbera 17-19’ê Îlonê de, dengdana ji bo meclîsa jêrîn a parlamentoyê, Dûma û parlamentoya 39 herêmên federasyon û hilbijartinên rêveberî û herêmî yên li hin herêman pêk hat.

Rêveberiya Ukraynayê bi hinceta ku hiqûqa navneteweyî binpê kiriye hilbijartina Rûsya ya li Kirimê îtîraz kir.

Yekîtiya Ewropî (YE) jî ragihand ku ew hilbijartinên li Kirimê ku Rûsya bi awakî neqanûnî pêk anî, nas nake.

Rûsyayê di sala 2014an de Kirim bi awayekî neqanûnî tevlî xwe kir.

Back to top button