Dîplomatên Brîtanya li gel Talîbanê hevdîtin pêk anîn

Britanya lı diplomatlar, Taliban’la görüşmeye gitti
Brîtanya ya ku digot wê li gel Talîbanê danûstandinan neke, herî dawî şandeyek şand Kabulê.
Wezîrê Karên Derve yê Brîtanya ragihand ku ji bo rewşa jin û keçên li Efxanistanê bi endamên Talîbanê re nirxandine.

Wezareta Karên Derve ya Brîtanya ragihand ku şandek dîplomatan ji bo hevdîtina bi endamên Talîbanê re çûne Efxanistanê.

Wezaretê diyar kir ku şande li Kabulê mijarên wekî krîza mirovî ya li welat, têkoşîna li dijî teror û derxistina bi ewle ya kesên ku dixwazin ji welêt derkevin axivîne.

Hat diyarkirin ku şandeya dîplomatên Brîtanya li ser mafên jinan, keç û kêmneteweyên li welat jî axivîne.

Talîban ya Efxanistan birêve dibe her çiqasî got, wê di serdema wan de mafê jin û keçan biparêzin, lê raporên ji welat derdikevin, dijberê vê yekê nîşan didin.

Her çiqasî Talîbanê di dema despêkê ya serdema xwe de bang li jinan kir ku vegerin ser karê xwe jî lê di nava hefteyên dawiyê de, deriyê zanîngehan lî xwendekarên jin girtibû.

Back to top button