Gerîlayan li herêma Metînayê çepereke dagirkeran rûxand

Berxwedana gerîlayên azadiyê ya li dijî êrişên dewleta Tirk ya dagirker bê navber dewam dike.
Gerîlayên HPG û YJA Starê li herêma Metînayê li leşkerên Tirk yên dagiker xistin.
Di enama çalakiya ku bi çekên giran hat kirin, çeperekî dagirkeran hate rûxandin.
Her wiha HPG’ê got, Artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran û teqemeniyan bombe li qada berxwedanê ya Werxelê YA Avaşînê barandin.

Berxwedana Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li dijî artêşa Tirk ya dagirker ku êrişê dibe ser başûrê Kurdistanê bê navber didome.

Li herêmên Zap, Metîna, Heftenîn û Avaşînê şerekî giran diqewime.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ya li ser êrişên dewleta Tirk ya dagirker û berxwedana gerîla daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê di derbarê berxwedana di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de ya li herêma Metînayê ev agahî parve kir;

“5’ê Cotmehê li dijî dagirkerên li Girê Azad, hêzên me bi çekên giran çalakî kirin. Di vê çalakiyê de çepereke dagirkeran hate rûxandin, hejmara dagirkerên ku hatin cezakirin û yên birîndar bûn nehate zelalkirin.”

HPG’ê diyar kir ku ev çalakî ji bo silavkirina gerîlayên ku li qada Werxelê li ber xwe didin, hate kirin.

Artêşa Tirk ya dagirker bombe li qada Werxelê ya Avaşînê barand

Her wiha HPG’ê derbarê berxwedana li qada Werxelê ya bi ser herêma Avaşînê jî ev agahî parve kir;

“5 û 6’ê Cotmehê artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran û teqemeniyan bombe li qada berxwedanê ya Werxelê barandin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êriş û bomebarana hewayî de jî ev agahî dan;

“5’ê Cotmehê Geliyê Basya, Girê Şehîd Întîkam û Girê Kartal yê bi ser Avaşînê,

Derdora gundên Dêşîşê, Hirorê, Kêste û Sararû û qadên Kela Qûmriyê û Koordîne yên herêma Metînayê,

Derdora Çemê Lolanê, qadên Sinînê û Goşîne bi balafirên şer û helîkopteran hatin bombekirin.”

Back to top button