Taypê: dibe ku Çîn heta 2025’an Taywan bi tevahî dagir bike

Di nava 40 salên dawiyê de, krîza siyasî û leşkerî ya navbera Taywan û Çînê di asta herî jor de ye.
Taywanê îdia kir ku dibe Çîn heta 2025’an Taywanê bi tevahî dagir bike.

Tenê di nava 4 rojên despêka mehê de, bi dehan car balafirên Çînê derbasî asîmanên Taywanê bûn.

Wezareta Parastinê ya Taywanê Chiu Kuo Cheng têkildarî mijarê di civîna parlamentoyê de li ser mijarê axivî.

Kuo Cheng got,

Asta ku herdû welat hatine pêşberî hev metirsîdare.

Heta 2025’an dibe ku em rastî Çîneke pir cuda werin.

Di rewşa heyî de, Çîn dikare Taywanê dagir bike lê heta wê demê ev rewş wê bi tevahî were guhertin û ji bo Pekînê wê hêsantir be.

Tenê di nava Cotmehê de Çînê 150 balefirên xwe derbasî xaka Taywanê kir.

Serokê DYA Joe Biden jî ragihand ku ew li gel Serokê Çînê Xi Jinping li ser rewşa Taywanê axiviye û got:

Pekînê soza girêdana xwe ya bi Peyaman Taywanê ve aniye ziman.

Di nava demên dawiyê de, Taywanê bi qasî 8.6 milyar dolar aboriya welat ji bo parastinê bikar anîbû.

Hêjayî bibîrxistinê ye, Taywan 1940’an ji Çînê cuda bû.

Lê Çînê ti carî ev yek nepejirand.

Heta niha tenê 14 welat û Navenda Papa Taywanê weke dewlet nas dikin.

Back to top button