Fermandarê Eniya Rizgariya Gel a Filistînê Ehmed Cibrîl di temenê xwe yê 83’ê salî de li paytexta Sûrî Şamê .
Fermandariyê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku îro Cibrîl li nexweşxaneyek a Şamê ku lê dihat dermankirin koça dawî kiriye.
Cibrîl di sala 1938an de li Filistînê ji dayik bû.
Cibrîl ê li Filistînê ji dayîk bû, tevî malbata xwe koçberî Sûriyê bû û di navbera salên 1956-58’an di artêşa Sûriyê de xizmet kir.
Di 1959’an de jî beşdarî Eniya Rizgariya Filistînê bû.
Cibrîl ê 1967’an bi George Habaş re di avakirina Eniya Gel a ji bo Rizgariya Palestînê de cih girt, 1968’an de vir cuda bû.
Piştre jî Fermandariya Giştî a – Eniya Rizgariya Gel A Filistîn avakir.
Gelek çalakiyên fermandariyê yên li dijî dagirkeriya Îsraîl organîze kir.
Çalakiya wî ya herî binav û deng jî ya 1987’an bû.
2012’an dema komên çeteyan beşek ji kampa Yermuk xistin kontrola xwe Cibrîl bi hêzên xwe re piştevaniya leşkerên hikumeta Şamê kir.