Artêşa Tirk û çeteyan gundê Qinêtre yê Şêrawa ya Efrînê topbaran kir

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê navber didomînin.
Dagirkeran careke din bi çekên giran êrişî gundên Şêrawaya Efrînê û Til Temirê kirin.

Artêşa Tirk a dagirer û çeteyên wê piştî nîvro gundê Qinêtirê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê dan ber topan.

Dîsa di weke hercar di êrişan de cih û warên sivîlan hatin hedef girtin.

Artêşa Tirk û çeteyên wê êrişî gundên Til Temirê kirin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Dirdara yê li bakurê Til Temirê jî da ber topan.

Dagirkeran di heman demê de gundên Til Kêfcî û Til Şenan yê Asuriyan yê li Til Temirê jî bi çekên giran topbaran kir.

Back to top button