Ciwan Mele Eyûb: Armanca dewleta Tirk koçberkirina şêniyên herêmê ye

Hevserokê Meclisa Til Temirê Ciwan Mele Eyûb derbarê êrişên li ser herêmê axivî û got, armanca dewleta Tirk ji van êrîşan koçberkirina gel e.
Mele Eyûb got şêniyên herêmê vê yekê baş dizanin û piştgirî didin hêzên xwe yên parastinê.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ev nêzî du sal in herêmên Girê Spî û Serê Kaniyê dagir kirine.

Bi armanca koçberkirina xelkê herêmê û dagirkirina herêmên nû, rojane êrîşî herêmê dikin.

Bi tayebetî di van demên dawiyê de êrişên dagirekran zêde bûne û ziyan li binesazîya herêmê û mal û milkên sivîlan buye.

Hevserokê meclisa navçeya Til Temirê Ciwan Mele Eyûb derbarê êrişan de ji ajansa Hawarê re axivî.

Ciwan Mele Eyûb diyar kir ku dewleta Tirk bi êrîşên xwe li ser herêmê hemû pêkhateyên herêmê ji Kurd, Ereb û Asûran dike armanc.

Ciwan Mele Eyûb: Bêdengiya Rûsya a garantor tê wateya lihevkirinê

Mele Eyûb diyar kir armanca dewleta Tirk ji van êrîşan koçberkirina şêniyên herêmê û têkbirina ewlehiya herêmê ye û got, “Gelê heerêmê di ferqa vê yekê de ye û bi axa xwe ve girêdayî ye.

Mele Eyûb bêdengiya Rûsya a garantor ya li hemberî van êrîşan rexne kir û diyar kir ku ev bêdengî tê wateya lihevkirinekê.

Mele Eyûb da zanîn hêzên Rûs ji bo rawestandina êrişan sozên ku dane wan bi cih neanîn û êrişên dewleta Tirk ji berê dijwartir bûn.

Hevserokê meclisa navçeya Til Temirê Ciwan Mele Eyûb di awiyê de got, yê ku parastina Til Temirê dike meclisa wê ya leşkerî ye û şênyên wê jî piştgiriyê dikin.

Back to top button