Ji hilbijartinê Îraqê re 3 roj mane û xebatên hilbijartinan li her deverê tên kirin.
Li Şengalê jî xebatên hilbjartinan dewam dikin.
Xelkê Şengalê li dora PADÊ û namzetê wê Şêx Semîr kom bûne û piştgirî didinê.
Eşîrên Şengalê jî ji Şêx Semîr bawer in û piştgiriya wî dikin.
Di 10’ê cotmehê, hilbijartina pêşwext a parlamentoya Iraqê tê lidarxistin.
Li her deverê xebatên hilbijartinan têne meşandin.
Li Şengalê Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzîdiyan PADÊ kampaniya hilbijartinê dimeşîne û xelkê Şengal li dora PADÊ û namezetê wê Şêx Semîr kom bûne û bi hêz û bawerî pişevaniya wî dikin.
Piraniya eşîrên Şengalê jî piştgirî didin namzetê PADÊ Şêx Semîr û bawer in ew ê berjewendiyên xelkê Şengalê biparêze.
Ji eşîra Şerqiya Şêx Sebrî Şemo piştevaniya xwe û eşîra xwe ya ji bo Şêx Semîr ragihand û got Şêx Semîr wê parastina êzidiyan û Çiyayê Şengalê bike.
Eşîra Korkorka jî piştgitî da namezetê PADÊ. Xwedêda Reşo ku ji vê eşîrê ye diyar kir ku ew û eşîra xwe li kêleka Şêx Semir in.
Xelef Tala ku ji binemala Hemoyê Şero ye ku wekî malbat piştgiriya xwe ya ji bo Şêx Semîr û PADÊ radigihandiye got ku ew bawer in wê Şêx Semîr ji bo Êzdiyatiyê û berjewndiyên Êzîdiyan bixebite.
Xelef Tala der barê hewldanên PDK’ê ya dagirkirina Şengalê diyar kir ku kesên wan di nava pençên DAIŞ’ê de hiştine û niha dixwazin derbasî Şengalê bibin ew ê li hemberî wan bisekinin.
Eşîr û binemalên Êzîdiyan bang li hemû Ezidiyên li Şengalê û li kampên Başûrê Kurdistanê kir ku li dor kesên ku berjewendiyên wan diparêzin kom bibin û dengê xwe bidin Şêx Semîr.