QEYÛMÊ YENÎŞEHÎRÊ 83 MILYON LÎRE DEYN XISTIYE STUYÊ ŞAREDARIYÊ

Kirin û xerabiyên ku Qeyûmên AKP’ê di şaredariyan de pêk anîn, eşkere dibin. Qeyûmê Şaredariya Yenşehîrê Serdar Kartal, 83 milyon lîre deyn xistiye stuyê şaredariyê.

Di 8’ê Kanûna 2016’an de qeyûm tayînî Şaredariya Yenîşehîr a Amedê hat kirin.

Lê belê piştî di hilbijartina 31’ê Adarê de ku HDP bi ser ket, derket holê ku şaredarî heta qirikê di nav deynan de ye.

Qeyûm ji Bankeya Îllerê 25 milyon û 520 hezar lîre û ji Bankeya Zîraatê 3 milyon lîre pere kişandiye.

Her wiha gelek Mal û milkên şaredariyê jî dewrî hin sazî û weqfên girêdayî AKP’ê kiriye.

Her wiha qeyûm ji bo Serokê AKP’ê Erdogan û Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû jî 841 hezar lîre xerc kiriye.

Ji bo ragihandina mîtînga 9’ê Adarê ya serokê AKP’ê Erdogan jî 66 hezar û 719 lîre hatiye xerckirin.

Qeyûm tenê di nava 3 mehan de 27 milyon lîre deyn û bi giştî 83 milyon û 666 lîre deyn xistiye stuyê şaredariyê.

Leave a Reply

Back to top button