Bi hezaran Efrîniyên li Şehbayê li dijî êrişên li ser Şengalê meşiyan

Êrişên PDK’ê yên li ser Şengalê li Efrînê jî hat şermezarkirin.
Êzîdiyên Efrînê yên li herêma Şehbayê, li dijî êrişên PDK’ê yên li ser Şengalê meşiyan.
Li ser navê Yekitiya Êzdiyên Efrînê ‎Silêman Cefer bang li PDK’ê kir ku dev ji destwerdana karûbarên Şengalê berde.
Li Helebê jî Mala Êzîdiyan hewldanên PDK’ê şermzar kir û piştgirî dan gelê Şengalê.

Bi hezaran Êzîdiyên Efrînê yên li herêma Şehbayê, li dijî êrişên PDK’ê yên li ser Şengalê meşiyan.

Xwepêşandan li bajarokê Tal Rifat û ji aliyê yekîtiya Êzîdiyan hate lidarxistin.

Bi sedan koçber, xelkê herêmê û endamên Yekîtîya êzîdiyan Efrîn tevlî xwepêşandê bûn.

Di xwepêşandanê de hewldanên PDK’ê yê ji bo ketina nava şengalê, şermezarkirin.

Piştî ku meş veguherî mîtingê, li ser navê yekîtiya êzîdiyan a Efrînê Silêman Cefer axivî û got:

“Di fermana 2014’an dema DAIŞ’ê êrişê Şengalê kir pêşmergeyên PDK’ê reviyan. Lê Partiya Karkerên Kurdistan- PKK’ê li dijî DAIŞ’ê şer kir û şehîd dan.

Ji ber vê divê PDK’ê dev ji hewldanên ketina şengalê berde”

Cefer diyar kir xelkê şengalê PDK’ê qebûl nakin.

Mala Êzîdiyan a Helebê hewldanên PDK’ê şermezar kirin

Li taxên Sêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê jî Mala êzîdiyan bi daxuyaniyekê hewldanên PDK’ê şermzar kir.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Piştî planên dagirkirina Şengalê, îro em dibînin ‎ku PDK’ê di warê leşkerî de destwerdana Şengalê dike û dixwaze li ser daxwaza dewleta Tirk Şengalê dagir bike.

Em bang li rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî dikin ku bi lez mudaxele bikin û rê nedin PDK’ê ku derbasî nava axa pîroz a şengalê bibe û êzidiyan ji fermana nû biparêzin.”

Back to top button