Ciwanên Kobanê: Em ê tokoşîna xwe xurt bikin heya ku rêbertî azad bikin

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan yên Herêma Firatê bi daxuyaniyekê tecrîda li ser rêber Apo şermezar kirin.

Daxuyanî li qada navenda ciwanan ya li kantona Kobanê bi beşdariya bi dehan ciwanan hate xwendin.

Ciwnan da zanîn ku rêbertî ne di nava me de ye, lê fikr û felsefeya wî di nava ciwanan de ye.

Dewleta Tirk bi rêya girankirina tecrîdê û topbaranên li dijî herêmên ku rêber Apo tê de bû, şerê fikir û felsefeya wî dike.

Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Qamişlo û Girbawî hevkariya PDK’ê bi dewleta Tirk re şermezar kirin

Her wiha bi dehan ji endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan li dijî hevkariaya PDK’ê û êrişên wan yên li ser herêmên Parastinê û li ser Başûrê Kurdistanê bi xwepêşandanekê şermezar kirin.

Bi dehan ciwan û şêniyên bajarokên Girbawî û Tenûriyê, taxên Qidorbek û Kornîş ên Qamişlo jî li ser heman mijarê xwepêşandan li darxistin.

Ciwanan diyar kirin ku hêzên gerîla parastina gelê Kurd dike û divê PDK’ê ji xeta îxanetê vegere.

Ciwanên şoreşger bang li tevahî ciwanên Kurd kirin ku li pêş îxaneta PDK’ê bisekinin.

Back to top button