Li taxa Şêx Meqsûd a Helebê pêşengeha şêwekariyê bi navê Mihemed Seydo hat vekrin

Yekitiya Hunermendan li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê pêşangeha şêwekarî bi bi navê şêwekar nemir Mihemed Seydo Reşo vekir.

Di çarçoveya kedên ku Yekitiya Hunermendan a Helebê li gel piştevaniya hunermedan pêşangeha hunera şêwekarî hat vekirin.

Pêşangeh bi navê hunermendê nemir Mihemed Seydo Reşo ye û li aliyê rojhilatê taxa Şêxmeqsûdê ya li herêma Cebanat hat vekirin.

Bi dehan hunermendên ji bajarê Helebê bi tabloyên xwe beşdarî pêşengehê bûn.

Her wiha bi dehan nûnerên saziyên sivîl, partiyên siyasî, rexnegir û şêniyên taxê jî beşdarî pêşangehê bûn.

Têkildarî mijarê Hevseroka Yekitiya Hunermendan a Helebê Yara Hesko ji ANHA’yê re axivî û got,

” Armanca me ji vekirina pêşangehê ew e ku hevkarî û piştevaniyê di navbera hunermendan û ciwanan de zêde bikin.”

Hunermend Mihemed Seydo Reşo ji navçeya Şera ya Efrînê ye ku di sala 2005`an de di temenê 45 salî li Belgium koça dawî kir.

Back to top button