Dewleta Tirk li Girê Spî perwerdeyên zimanê Tirkî dan destpêkirin

Li herêmên dagirkirî, yan tu yê xwe fêrî zimanê Tirkî bikî, yan jî tu yê bê kar bimînî. Zimanê Tirk êdî bi awayên cuda li ser şêniyên resen tê sepandin. Herî dawî vê li Girê Spî perwerdeyên fêrbûna zimanê Tirkî hatine destpêkirin.

Jiyana şêniyên li herêmên ku dewleta Tirk dagirkirine bi giştî zehmet e û teybet di warê aborî de.

Dewleta Tirk jî vê yekê bi kar tîne û pewerdeya Tirkî ji bo karkirinê dide sepandin.

Herî dawî Dewleta Tirk li bajarokê Silûk ê Girê Spî perwerdeyên fêrbûna zimanê Tirkî da destpêkirin.

Kesên ku di perwerdeyê de bi ser bikevin wê li herêmê bibin mamosteyên zimanê Tirkî.

Dewleta Tirk rewşa aborî ya şêniyan bi kar tîne, yan tuyê bibî Tirk û çete, yan jî tu yê birçî û bêçare bimînî.

Bi vê yekê çete û dagirkerên Tirk hewl didin bi rêya ziman û diravên Tirkî demografiya herêmê biguherînin.

Back to top button