29’ê Tebaxê li herêma Xelîfanê PDK’ê êrişî komek gerîla kirin û 5 ji wan şehîdkirin.
Ji wan gerîlayên şehîd 2 ji Rojavayê Kurdistan in.
Malbatên her du şehîdan ji Sêşemê ve li Sêmalkayê ne û daxwaza cenazeyê zarokên xwe dikin.
Malbatên şehîd Nesrîn Temir û Yûsif Îbrahîm ji bo cenazeyê zarokên xwe bigirin roja Sêşemê li ber deriyê Sêmalka çalakiya konvedan destpêkirin.
Kesên ku tevli çalakiyê bûn êrişa PDK’ê ya li dijî koma gerîla şermezarkirin û PDK’ê hişyar kir ku ji siyaseta xwe ya dijmninane vegere.
Her wiha careke din piştrastkirin ku heta cenazeyê zarokên xwe wernegirin ew ê çalakiya di nava çalakiyan de bin.