Li Pakistanê 20 kesan ji ber erdhejê jiyana xwe ji dest a

Li eyaleta Balucistanê ya Pakistanê bi pileya 5,9 erdhejek pêk hat.
Di encamê de 6 jê zarok zêdeyî 20 kesan jiyana xwe ji dest dan û 300 jî birîndar bûn.
Rêveberên welat ragihandin ku metirsiya zêdebûna jimara miriyan heye.

Navenda Çavdêriya Sismik a Netewiya Pakistanê ragihand ku li herêma Haranî di bin erêdê de bi 15 kîlometreyan pêk hatiye.

Navendê diyar kir ku saet 03:20’an pêk hatiye.

Erdhej li herêmên Ketta, Sibbi, Pişin û Çaman hate hîskirin.

Li gorî nûçeyên çapemeniya herêmî, di encama erdheja bi meznahiya 5,9 de, 6 jê zarok bêtirî 20 kes mirin.

Her wiha 300 kes ji birîndar bûn.

Di demeke ku li hinek avahiyan ziyan pêk hatin de, li hinekherêman jî ax şemitî.

Li herêmên ku erdhej lê bandor kirî, xebatên rizgarkirina kesên di bin kavilan de didome.

Erdheja ku saetên despêka rojê pêk hatin de, ziyan li gelek avahiyan kir.

Rêveberên welat bifikarin ku jimara miriyan zêde bibe.

Back to top button