4 Nûnerên HDP’ê li Hewlerê hatin binçavkirin

Tevî êrîşên wê yên dawî li ser gerîlayan û şehîdxistina wan, niha jî nûnerên HDP’ê dibin armanca wan..
Herî dawî, Hêzên PDK’ê 4 nûnerên HDP’ê yên li Hewlêrê binçav kirin. 

Hat ragihandina endamên Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê Nahîde Ermîş, Hîkmet Xetîb, Rûken Mercan û Gulcan Alp ji aliyê asayîşa Hewlêrê ve hatin binçavkirin.

Sedemên binçavkirina van endaman nehatine eşkeririn.

Li gorî nûçeya Rojnews’ê asayîşa PDK’ê ya li Hewlêrê ku nûnerên HDP’ê binçavkiriye, îddîa kiriye ku agahiya wan jê nîne.

Back to top button