Rêveberiya Xweser komek jin û zarokaên DAIŞÎ radestî Almanya û Denîmarkayê kir

Daîreya Têkiliyên derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî bi 2 şandeyên Almanî û Danîmarkî re civiya û hejmareke jin û zarokên DAIŞ’î radestî wan kir. 

Her 2 şande ji aliyê Hevserokê daîreya Têkiliyên Derve Ebdulkerîm Omer û her 2 cîgirên wî Fener Kiêt û Ebîr Êliya û nûnera Têkiliyên YPJ Zozan Anas ve hatin pêşwazî kirin.

Di civînê de mijarên siyasî û girîngiya hevbeşiya Rêveberiya Xweser di destûra Sûrî de hatin nîqaşkirin.

Kesên di şandeyê de jî cih digirin, kêfxweşiya xwe anî ziman û keda Rêveberiyê ji bo bicihanîna erka mirovî li herêmê spas kir.

Dawiyê hejmareke jin û zarokên malbatên DAIŞ’î li gorî belgeyên fermî radestî nûnerên Elmanya û Danîmarkayê hatin kirin.

Back to top button