Rêveberiya Talîbanê careke din dest bi belavkirina pasaportan kir

Li Efxanistanê, di serdema Talîbanê de rewşa civakê aloz bûye.
Hikumeta Talîban ku ji 15’ê Tebaxê ve rêvberiya Efxanistanê xistiye destê xwe, careke din dest bi belakirina pasaportan kir.

Alîkarê Rêveberê Giştî yê Pasaportên Wezareta Karên Hundir a “hikûmeta demkî” ya Talîbanê Alem Gul Heqqanî got;

Di qonaxa despêkê de 25 hezar pasaportên ku hemû qediyane wê bên belavkirin.

Heqqanî diyar kir ku beriya niha rojane 3 hezar pasaport dihatin belavkirin û anî ziman ku ew plan dikin ev jimar di nava rojên pêş de bigihêje 6 hezarî.

Heqanî her wiha bang li xebatkarên jin yên li Rêveberiya Giştî ya Pasaportan dixebitîn kirin ku carke din vegerin ser karê xwe.

Berdevkê Wezareta Hundirîn ya Talîbanê Seîd Hostî teqez kir ku pasaport wê bi navê “Komara Îslamî ya Efxanistanê” bêne belav kirin.

Li gorî Midûriyeta Giştî ya Pasaportan, pasaportên nêzîkê 170 hezar kesên ku serlêdanên xwe kirine di qonaxa çapkirinê de li bendê ne.

Back to top button