Li Etiyopya..Guterres banga alîkariya ji bo kesên astengdar yên li Etiyopya kir

Li Etiyopya şerê ku 10 mehan dewam dike, bi xwere krîza aborî daye avakirin.
Sekreterê Giştî yê NY Guterres diyar kir ku li 3 eyaletên Etiyopya nêzî 7 milyon kes pêwistiya wan bi alîkariyê heye.
Guterres bang li hikumeta welat kir ku xebatkarên NY yên ji welat derxîstî careke din rê bide ku vegerin li ser karê xwe.
Her wiha ji bo vekirina hemû rêyên alîkariya mirovî bang li hikumeta Etiyopya hate kirin.

Ji Mijdara 2020’an ve li Etiyopya ji ber şerê heyî rewşa civakê aloz bûye.

Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres ji Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) re rewşa mirovî ya li Etiyopyayê û derxistina 7 xebatkarên wan ji welat agahdar kir.

Antonio Guterres diyar kir ku nêzî 7 milyon mirov li herêmên Tîgray, Amhara û Afar pêwistiya wan bi alîkariya xwarinê heye.

Guterres got;

Li Tîgraya ku li bakurê wê hîna şer lê rûdidin 400,000 kes di şert û mercên birçîbûnê de dijîn.

Rê nayê dayîn ku alîkarî ji bo kesên pêwistiya wan pê heyî were şandin.

Her wiha destnîşan kir ku şandina alîkariya mirovî ya wekî sotemenî û derman hatine astengkirin.

Sekreterê Giştî yê NY bang li hukumeta Etiyopyayê kir ku ji bo gihandina alîkariyan astengiyan dernexe û rê hemû vekirî bin.

Antonio Guterres diyar kir ku hemû aliyên li welêt binpêkirina mafên mirovan dikin û fikara xwe ya li ser şîdeta zayendî ya li dijî jin û zarokan anî ziman.

Guterres herwiha banga li hikumeta Etiyopya kir ku 7 xebatkarên wan yên ku ji welat hatine derxistin careke din vegerînin li ser karê wan.

Li Etiyopya hejarî..Ji ber şerê li herêmê krîza pêdiviyên mirovî zêde bûye

Krîza aborî ya li Etiyopya piştî şerê 4’ê Mijdarê ku artêşa welat li dijî Eniya Rizgariya Gel a Tîgray (TPLF) da despêkirin pêk hat.

28’ê Hezîrana 2021’an Hêzên Tîgrayê karîn careke din paytext Mekelle ji bin kontrola artêşa Etiyopya derxin.

Artêşê herçiqasî agirbesta yekalî ragihandibe jî lê li bakurê welat pêşdeçûna hêzên Tîgrayê didome.

Ji ber şerê 10 mehan li bakurê welêt, nêzîkê 2.5 milyon mirov koçber bûn.

Di heman demê de bêtirî 5 milyon mirov pêwistiya wan bi alîkariya lezgîn heye.

Jimara kesên ku di bin şert û mercên birçîbûnê de dijîn jî gihîştiye 400 hezarî.

Li Tîgray ya ku saziyên perwerde û ewlekariyê lê nikarin kar bikin, ji ber ewlekarî û kêmbûna sotemeniyê, alîkariyeke têrker nikare bigihêje herêmê.

Back to top button