Amerîka: Cîvînên cenevê ji bo çareserkirina dozên Lîbyayê derfeteke

Balyozxaneya Amerîkayê li Lîbya ragihand ku civînên Cinêvê ji bo çareserkirina dozên ewlehî, siyasî û diravî yên Lîbyayê, derfeteke.
Her wiha hêvî kir ku komîteya leşkerî ya hevbeş pêşketinên bi dest xistine, dewam bike.

Balyozê Amerîka li Lîbyayê Richard Norland diyar kir ku civîna Cinêvê derfetek ku li ser dozên ewlehî, siyasî û diravî yê ku hîna Lîbyayê perçe dikin, li hev bikin.

Balyozxaneya Amerîkayê li ser hesabê xwe yê twitterê diyar kir ku hêviyên wan hene komîteya leşkerî ya hevbeş pêşketinên bi dest xistine, bidomîne.

Nûnerê Naneteweyî yê ji bo Lîbyayê Jan Kubis berê piştrast kiribû ku lihevkirina li ser vekşandina çete û çekdarên biyanî, peyamekeke hêvî bû ji bo gelê Lîbyayê ku dikarin pêşketinan pêk bînin û hilbijartinan li dar bixin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku civîna Cinêvê dê 3 rojan dewam bike û dê rêbazên pêkanîna plana komîteya leşkerî ya ji bo derxistina çeteyan ji axên Lîbyayê, nîqaş bike.

Back to top button