PKK: Berxwedana 23 salan nehişt ku komploger armancên xwe pêk bînin

Komîteya Rêveber a PKK’ê bi wesîleya salvegera komploya 9’ê Cotmehê diyar kir ku divê gelê Kurd ji bo têkbirina komployê têkoşînê bilind bike û azadiyê misgoer bike.
PKK’ê bang li hêzên komploger jî kir ku ‘polîtîkayên xwe yên li dijî Kurdan di ber çavan re derbas bikin’.
PKK’ê got, Pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ ya ji bo azadiya Rêber Apo, wê li her qadê bê xurtkirin û bi vî rengî sîstema êşkenceyê û tecrîdê ya Îmraliyê bê hilweşandin û komplo teqez bê têkbirin

Komîteya Rêveber a PKK’ê bo boneya salvegera 23. ya Komploya Navnetewî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêber Apo daxuyaniyeke nivîskî weşand.

PKK’ê bi wesîleya salvegera komployê berxwedana Îmraliyê ya dîrokî, silav kir û şehîdên berxwedana li dijî komployê bi bîr anî.

PKK’ê destnîşankir ku komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ji aliyê rêveberiya DYE’yê ya wê demê ve hate plankirin û bicihanîn û ji bo serxistina komployê dewletên NATO’yê hemû, paşverûtiya cîhanê û herêmê, hêzên Kurd ên xayin û noker hatin bikaranîn.

Hat diyar kirin di çarçoveya Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de parçeyê herî girîng ê destwerdana DYE’yê ya li Rojhilata Navîn bû lê belê berxwedana 23 salan a li dijî komployê nehişt ku komploger van armancên xwe pêk bînin.

PKK’ê da zanîn komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya sala 1998’an di şexsê Rêber Apo de li dijî îradeya Kurdên azad hate kirin û wiha hate gotin,

“Hêzên komploger 23 sal in her rê û rêbazê bi kar tînin û hewl didin Rêber Apo û hebûna Kurdên azad tune bikin. Em jî weke gel û tevger, 23 sal in li dijî komployê bi pêşengiya Rêber Apo bi lehengî li ber xwe didin. Di vê berxwedanê de me zor û zehmetiyên mezin, êşên giran kişand, lê belê destketiyên dîrokî jî bi dest xist. Me di nava 23 salên berxwedanê de bi deh hezaran şehîdên leheng dan.”

PKK: Divê hêzên komploger lêborînê ji Kurdan bixwazin

PKK’ê diyar kir komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê êrişeke qirêj bû ku ji bo qirkirina gelê Kurd hate kirin û bi îmhakirina Rêber Apo û tasfiyekirina PKK’ê re dihate xwestin qirkirina Kurdan bê temamkirin.

PKK’ê da zanîn DYE’yê şaşitî û neheqiya herî mezin bi êrişa komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo û azadiya Kurdan kir û divê DYE şaşitiya xwe ya dîrokî sererast bike û divê lêborînê ji Kurdan bixwaze.

PKK: Divê Kurd komployê têk bibin û azadiyê misoger bikin

PKK’ê eşkere kir ku di sala 24’an ya komployê de pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ ya ji bo azadiya Rêber Apo, wê li her qadê bê xurtkirin û bi vî rengî sîstema êşkenceyê û tecrîdê ya Îmraliyê bê hilweşandin û komplo teqez bê têkbirin.

Komîteya Rêveber a PKK’ê di dawiyê de bang li hêzên komploger kir ku polîtîkayên xwe yên li dijî Kurdan li ber çavan derbaz bikin û bang li gelê Kurd jî kir ku têkoşînê li her qadê bilind bikin û azadiyê misoger bikin.

Back to top button