HPG: Li herêma Avaşînê 4 leşkerên Tirk yên dagirker hatin kuştin

Gerîlayên HPG’ê li herêma Avaşînê derbeke giran li artêşa Tirk ya dagirker dan.
HPG’ê diyar kir ji bo hilanîna tola gerîlayên ku bi çekên kîmyewî li qadên Girê Sor û Mamreşo şehîd bûn, çalakiyeke mezin hat lidar xistin.
Hat gotin di encama vê çalakiyê de herî kêm 4 leşkerên Tirk yên dagirker hatin cezakirin.

Gerîlayên HPG’ê û YJA Starê li dijî artêşa Tirk ya dagirker ku êrişî başûrê Kurdistanê dike, rojane çalakiyên mezin dikin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî êrişên artêşa Tirk û berxwedana gerîlayan daxuyaniyheke nivîskî weşand.

HPG’ê di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de ev agahî parve kir;

“6’ê Cotmehê li qada Kela Mamreşo ya Avaşînê, li dijî dagirkeran çalakiyeke ji du baskan ve hate kirin. Baskê destpêkê li 2 çeperan xist. Di vê çalakiyê de herdu çeper hatin îmhakirin û herî kêm 4 dagirkerên di çeperan de hatin cezakirin.

Baskê duyemîn jî li çeperekê û dagirkerên li dora çeperê xist. Di vê çalakiyê de jî çeper û kamera mobesse hatin îmahkirin. Hejmara dagirkerên li vê çeperê hatin cezakirin nehate zelalkirin.”

HPG’ê diyar kir artêşa Tirk ya dagirker piştî çalakiyê kuştiyên xwe bi helîkopteran ji herêmê birin.

Her wiha HPG’ê da zanîn ev çalakiya berfireh ji bo hilanîna tola gerîlayên li Girê Sor û Mamreşo ku di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî de şehîd bûn, hate lidarxistin.

HPG’ê diyar kir 6’ê Cotmehê hêzên gerîla li dijî qereqola Şikêr a li navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakî lidar xistin. Di encama vê çalakiyê de sîstemeke kamera ya mobesse hate rûxandin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand 6 û 7’ê Cotmehê qadên çiyayê Reş, Sîda û Kunişka ya herêma Zapê û qada Mamreşo ya herêma Avaşînê bi çekên giran, hawan û balafirên şer hatin bombebarankirin.

Back to top button