Fransa li ser sê mijaran ji DYA gavên şînber dixwaze

Piştî krîza peymana AUKUS ya navbera Fransa û DYA de, cara yekem peyamên aramiyê derdikevin.
Parîsê biryar da ku Konsolosxaneyên xwe yên li Kanberra careke din vegerîne li ser kar.
Rêveberiya Fransa ji bo derbaskirina rewşa heyî ji DYA daxwaza avêtina sê gavên berbiçav dike.
Wezîrê Karên Derve yê Fransa got,
Heta dawiya Cotmehê ew li benda Waşîngtonê ne, li ser erdê gavên şînber bi avêje.

Peyamên asankirina aloziya navbera Parîs û Waşîngtonê di encama hevdîtina Serokomarê Fransa Emmanuel Macron û Wezîrê Karên Derve yê DYA Antony Blinken de hatibû dayîn.

Lê ya tê xuyakirin, Parîs wê bi awayekî hêsan li Waşîngtonê venegere.

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian got, ew dixwazin heta dawiya Cotmehê li ser sê mijarên ku bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) re gavên zelal bêne avêtin.

Wezîrê Fransî piştî ku bi hempişeyê xwe yê Amerîkî Antony Blinken re hevdîtin kir li parlementoyê daxuyanî da.

Le Drian diyar kir ku beriya beşdariya Serokê DYA Joe Biden û Serokomarê Fransa Emmanuel Macron li lûtkeya lîderên G20 a li Romayê, ew ê bi taybetî li ser çareserkirina sê mijaran bisekinin.

Wezîrê Fransî mijarên werin zelalkirin jî wiha rêz kir:

Grîngiya Stratejîk a tevlîbûna Fransa û Ewropa li herêma Hind-Pasifîk.

Bihêzkirina parastina Ewropa.

Çawaniya bihêzkirina piştevaniya Waşîngton ya ji bo welatên Ewropa li herêmên Sahel yên Afrîka ku li dijî terorê pêk tîne.

Tê payîn ku ev xal beriya dawiya Cotmehê ku Biden û Macron bicivin tê texmînkirin ku were çareserkirin.

“Ji bo ev krîz bidawî bibe ji gotinê zêdetir pêwistî bi xebatê heye”

Le Drian destnîşan kir ku hevdîtin di atmosferek dûstane de derbas bûye û got,

“Krîz cidî ye, ji ber ku me ji nûve dest bi diyalogê kir.

Hîna çareser nebûye û ew ê bidome.

Ji bo derbasbûna ji vê krîzê ji gotinan zêdetir pêwistiya me bi kiryaran heye.

Le Drian yê 17’ê Îlonê ragihand ku wan biryar daye ku bilez balyozên Fransî yên li Kanberra û Washington paşve bikişînin, helwesta Waşîngtonê wekî “xemgîn” binav kiribû.

Blinken: Danûstandin baş û sodmend derbas bûn

Blinken beriya ji Parîsê derkeve got,

Danûstandinên li gel Macron, bi erênî û sodmend derbas bûn.

Blinken beriya van axaftinên xwe jî anî bû ziman ku pêwiste têkliyên dualî yên navbera aliyan baştir bibe.

Di pêwendiyek têlefonê ya 22’ê Îlonê de, Macron û Serokê DYA Joe Biden biryar dan ku bi armanca başkirina têkliyên navbera aliyan û derbaskirina “krîza peymana keştiyên binav”pêvajoyek şêwirmendiyê ya kûr bidin dest pê kirin.

Back to top button