Romanivîsê Tanzanya Gurnah hêjayî xelata wêje a Nobel hat dîtin

Xelata Wêjeyê ya Nobelê ya sala 2021’ê jî eşkere bû.
Romannivîsê Tanzanyayî Abdulrazak Gurnah bi nivîsên xwe yên li ser kolonyalîzm û encamên wê hêjayî xelatê hate dîtin.

Komîteya Nobelê ya li Stockholmê ragihand ku romannivîsê Tanzanyayî Abdulrazak Gurnah hêjayî xelata îsal a wêjeyê ya Nobelê hatiye dîtin.

Gurnah ku sala 1948’an li Zanzibarê ji dayik bû, piştre li Qraliyeta Yekbûyî bi cih bû.

Her wiha di nava fîgurên wêjeyê yên post-kolonyalîzmê de cih digire.

Gurnah ku bi dehan berhemên wî li ser mijarê hene.

Yek ji romanên xwe yên navdar romana ‘Paradise’ ye ku sala 1994’an hate weşandin.

Romannivîsê Tanzanyayî Gurnah ku niha teqawît e li zanîngeha Kentê mamostetiya wêjeyê kir.

Back to top button