Li Texasa Amarîkayê, dadgehê qedexeya kurtajê rawestand

Li eyaleta Texas a DYA, dadgehê qedexekirina kurtajê asteng kir.
Dozgerê herêmê Robert Pitman, biryar da qanûnên ku zarok-jiberkirina jinan li eyalata Texasê bêgav dike, rawestand.
Koşka Spî ya bi biryarê kêfxweş bû, ev gav bi girîngî destnîşan kir û ragihand ku bi vê biryarê mafekî jinan ê destûrê li wan hatiye vegerandin.

Li dijî kûrtajê bi rojane li eyaletên Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) çalakî pêk dihatin.

Yek ji naveda herî sereke ya van çalakiyan jî eyaleta Texas e.

Qanûna qedexekirina kurtajê piştî 6 hefteyan li Texas wekî qanûna herî zor yên li welat têne nîqaşkirin.

 

Dadger Robert Pitman, di biryara xwe ya ji 113 rûpelan pêk tê de û 1’ê Îlonê ket meryetê, jin bi awayekî ne-qanûnî nikarin kontrola xwe li ser jiyana xwe bikin ku bi destûra bingehîn tê parastin.

Pitman got;

“Ev dadgeh wê rojek din vê qedexekirina mafî bicîh ne-êne.”

Rêxistina Whole Women’s Health ya li Texasê ku klî-nikên xwe hene diyar kir ku ew ê di demek zû de xebatên kurtajê bidomînin.

Rêveberiya Joe Biden li DYA, piştî bertekên zêde yên ku piraniya wan ji muhafezekarên Dadgeha Bilind yên li Texasê ketibûn tevgerê.

Wezareta Dadê ji bo rawestandina qanûnê daxwaznameyek lezgîn dabû.

“Biryara îşev pêngavek girîng e ji bo vegerandina mafên destûrî yên jinan li eyaleta Texas e.”

Berdevka Koşka Spî Jen Psaki di daxuyaniya xwe ya çapemeniyê de bi vê axaftinê balkişand li ser miajrê û got:

“Têkoşîn hem li Texas û hem jî ji bo mafê jinan yê li welat ku di bin êrişan de ye ji nû despê kir.”

Fermana Dadwerê Herêmê yê Amerîkî Robert Pitman yekem darbeya yasayî bû li ser qanûna Texasê ku heya niha wekî Senatoyê Bill 8 tê zanîn.

Qanûna qedexekirina kurtaja jinan piştî şeş hefteyan ji ducaniyê, li Texas, ji hêla siyasetmedarên Komarparêz ve hate amadekirin û pejirandin.

Back to top button