KCK: Divê gelê Kurd, jin û ciwan ji bo têkbirina komployê têkoşînê bilind bikin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê jî bi wesîleya salvegera komploya 9’ê Cotmehê diyar kir dijmin ji nû ve dixwazin Gelê Kurd û tevgera azadiyê tune bikin û got,
“Divê gelê Kurd, jin, ciwan û dostên Kurdan ji bo şikandina tecrîda giran û têkbirina komployê, heta azadiya Rêber Apo, bi dirûşma ‘Dem Dema Azadiyê ye’ têkoşîna xwe bilind bikin.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi wesîleya salvegera komploya navnetewî ya 9’ê Cotemhê daxuyaniyek da.

KCK’ê komplo şermezar kir û Rêber Apo silav kir. Her wiha şehîdên ku bi dirûşma ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ bi fedayî li dora Rêber Apo bûn xeleka ji agir, bi bîr anî.

KCK’ê bal kişande li ser armanc û sedemên komployê diyar kir daxwaza DYE’yê ya herî mezin a sedsala 21’an, pêkanîna projeya Rojhilata Navîn a Mezin e û diyar kir ji bo vê projeyê bixe meriyetê Rêber Apo û Tevgera Azadiya Kurdistanê weke astengî dît.

KCK’ê diyar kir ji bo vê jî xwest di sedsala 21’ê de dîsa Kurdan bê rêxistin, bê nasname û statû bihêle û wiha hate gotin,

“Li ser bingehê projeya Rojhilata Navîn a Mezin, berî destpêkirina destwerdana li dijî Rojhilata Navîn, Rêber Apo bi peymanên qirêj, hiqûqa navneteweyî bin pê kirin û bi awayekî korsanwarî radestî dewleta Tirk a qirker kirin.”

KCK’ê eşkere kir ku piştî 23 salên komployê Kurd di nava Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de ku navenda wê Kurdistan e bûn xwedî têkoşîneke mezin û destkeftiyên mezin bi dest xistin.

KCK’ê diyar kir dijmin ji nû ve dixwazin Gelê Kurd û tevgera azadiyê tune bikin û wiha dewam kir,

“Dixwazin dîsa Kurdan vegerînin mîna berê ku qedera xwe razî bibin. Lê naxwazin bibînin ku êdî ev yek ne pêkan e. Armanca tecrîda giran ya li ser Rêber Apo jî ev e. Lewra ger rêberê gelekî di bin esaret û tecrîdê de be ew gel nikare azad bibe.

Li Hember têkoşîna gelê Kurd û dostên wan dewleta Tirk û hevkarên wî her diçe tecrîdê giran dikin. Sazî û rêxistinên mafên mirovan ên wekî Konseya Ewropayê, DMME û CPT’î çavên xwe hem li tecrîda giran digirin.”

KCK’ê bang li Konseya Ewropa, saziyên mafê mirovan û raya giştî ya Cîhanê kir ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Apo, rola dikeve ser milên wan pêk bînin.

Bang li CPT jî hat krin ku biçe Îmralî, derbarê rewşa Rêber Apo û 3 girtiyên din de agahî bide gelê Kurd, tevger û raya giştî ya demokratîk, her wiha parêzer û malbata Rêber Apo bi rêkûpêk hevdîtinê li gel wî bikin.

KCK’ê di dawiyê de bang li gelê Kurd, jin, ciwan û dostên Kurdan kir ku ji bo şikandina tecrîda giran û têkbirina komployê, heta azadiya Rêber Apo, bi dirûşma ‘Dem Dema Azadiyê ye’ têkoşîna xwe bilind bikin.

Back to top button