Salvegera 24. a şihadeta Gurbeteli Ersoz

Ew şehîd ket, lêçirûska ronahiyê venemirî..
LI ser şopa wê bi hezaran rojnamevan rastiyê ji tarîtiyê derdixin holê.

Belê, îro roja rojnamegeriya jinên kurd e, di heman demê de salvegera 24. a şihadeta Gurbetellî Ersoz e.
Gurbetelî, yekemîn derhênera weşana giştî ya jin, şoreşger, rewşenbîr, rojnamevan e.
Em wê di vê dosyê de bi bîrtînin.

Saziyên çapemeniya alternatîf ên jinên Kurd roj bi roj mezintir dibin.

7’ê Cotmeha 2013’an, di salvegera şihadeta rojnamevan Gurbetellî Ersoz de, Yekîtiya Ragihandina Jinên Kurdistanê RAJIN hat avakirin.

Gurbetellî Ersoz bi kevneşopa çapemeniyê ya sedsalî hêz da çapemeniya Kurd.

Wê jî wek jineke kemîrevan, rewşenbîr, nivîskar, rojnamevan û şoreşger dîrok nivîsand..

Agirê serhildan û tolhildanê yê di dilê wê de tu carî venemirî û li çiyayan hem karê rojnamevaniyê hem jî karê şoreşgeriyê bê dudilî kir.

Gurbetellî ji zarokatiya xwe ve li cem ên mafdar sekinî.

Piştî xwendina xwe ya lîsansê li Enstîtuya Zanistê ya Çuku-rovayê dest bi mastera xwe ya li ‘hawirdor û enerjiyê’ kir.

Ew cara pêşî bi kovara ‘Hedef’ re Tevgera Azadiya Kurdistanê nas dike.

Gurbetellî dest bi karê rojnamevaniyê dike û 10 ‘ê Kanûna 1990’î tê binçavkirin.

Gurbetellî piştî 2 salan ji girtinê, li ofîsa Edeneyê ya rojnameya Ozgur Gundemê dest bi kar kir.

Lê 15’ê Çileya 1993’yan de rojname hate girtin.

Ji nivîsandinê bigire heta nûçeyan, ji bo hînbûna detayên rojnamevaniyê kedeke mezin da.

Gurbet di demeke kin de dibe derhênera weşana giştî.

Gurbetellî têkildarî vê dibêje:

“Gelekî girîng e ku jineke Kurd bibe derhênera weşanê. Di van salên dawîn de jinên Kurd ji zilaman zêdetir bi pêş ve çûne. Cihê ku ez îro hatimê, li gel hewldana min a taybet, bi vê yekê re jî girêdayî ye.”

Piştî vê ew derbasî çiyayên Kurdistanê dibe, li çiyayan jî qet pênûs û lênûsk ji dest bernedan.

Gurbetellî û komek hevalên wê 7’ê Cotmeha 1997’an li Başûrê Kurdistanê tên gulebarankirin.

Bi mîrasê Gurbeteli jinên Kurd roja rojnamegeriya jin pîroz dikin

Her çiqas Gurbetellî şehîd jî ket, lê ji pênûsan dûr neket.

Şopdarên wê, ji bo rastiya di nava tarîtiyê de derxin holê, li her aliyê cîhanê çapemeniya şoreşgerî dimeşand.

Gelek kovar, rojname, ajansên nûçeyan, televîzyon, radyo û malperên li Kurdistan û Ewropayê xwe dispêrin vê mîrateyê.

Şopdarên Gurbetelliyê li Îranê Ayfer Serçe, li Mexmûrê Denîz Firat, li Şengalê Nûjiyan Erhan, nûçegihana ANHA’yê Dilîşan Îbîş û Dilovan Gever li Rojava tenê çend ji wan rojnamevanên jin in ku di vê oxirê de canê xwe feda kirine..

Back to top button