Rûspiyên Şengalê: Divê Şengalî tev dengê xwe bidin Şêx Semîr Derwêş

10’ê mehê Iraqî diçin ser sindoqên hilbijartinê.
Li seranserê Iraq û Başûrê Kurdistanê xebatên hilbijartinê tên kirin.
Li Şengalê jî, xebatên ji bo namzetê PADÊ Şêx Semîr Derwêş berdewam dike.
Şêx û rûspiyên Şengalê jî bang li civaka Êzidî kirin ku biçin ser singoqan û dengê xwe bidin namzetê PADÊ Şêx Semîr.

10’ê vê mehê, ango piştî 3 rojan, welatiyên Îraqî berê xwe didin sindoqên hilbijartinên parlamenê.

Partiyên siyasî û kesayetên serbixwe xebatên hilbijartinê didomînin.

Li Şengalê jî Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) û namzetê xwe Şêx Semîr ji bo hilbijartinê xebatên propagandayê dewam dikin.

Li ser vê yekê, şêx û rûspiyên Şengalê bangê li civakê dikin ku dengê xwe bidin namzetê xwe Şêx Semîr..

Ji êla Mala Zero Şêx Şemo got ku “roja dengdanê şerê herî mezin e” û divê Şengalî di hilbijartinê de tevna dijmin bişikînin.

Şêx Şemo bang li tevaya civaka Êzidî kir ku dengê xwe bidin namzetê PADÊ Şêx Semîr.

Endamê Desteya Êlan a Şengalê Xelef Ehmed jî da zanîn ku PADÊ tenê ji bo Şengal û Êzidiyan kar dike.

Xelef Ehmed bang li tevahiya xelkê Şengalê kir ku dengê bidin Şêx Semîr.

Back to top button