Malbatên Şehîdan ya Efrînê bang li PDK’ê kirin ku ji dev xiyanetê berdin

Meclisa malbatlên şehîdan ya herêma Efrînê û Meclisa malbatên şehîdan yên li Silêmaniyê êrişên PDK’ê û hervkariya wê ya bi dewleta Tirk re şermezar kirin û ji PDK’ê xwestin ku cenazeyên gerîlayan radestî malbatên wan bike

Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê derbarê êrişên PDK’ê de daxuyaniyek da.

Daxuyanî li ber navenda malbatên şehîdan ya li bajarokê Til Qerah yê navçeya Ehdasê bi beşdarbûna endamên Meclisê hate xwendin.

Malbatên şehîdan ji PDK’ê xwest ku aqubeta gerîlayên ku şehîd bûne eşkere bikin.

Meclisê bang li gelê Kurd kir ku li dijî xiyanetê tevlî berxwedanê bibin.

Malbatên şehîdan bagn li PDK’ê kir ku cenazeyên gerîla radestî malbatên wan bikin

Her wiha Malbatên şehîdan yên li Silêmaniyê jî li ser heman mijarê daxuyaniyek dan û hevkariya PDK’ê bi dewleta Tirk ya dagirker re şermezar kirin.

Malbatên şehîdan daxwaz ji PDK’ê kirin ku cenazeyên gerîlayên ku di kemînê de şehîd bibûn radestî malbatên wan bikin.

Di dawiyê de malbatên şehîdan bang li parlementoya Başûrê Kurdistanê kir ku li dijî kiryarên PDK’ê helwest nîşan bidin.

Back to top button