Dewleta Tirk 130 çete ên ji herêmên dagirkirî yên Sûrî dişîne Lîbyayê

Di vê dema ku hemû hêzên navnetewî daxwaz dikin ku çete ji Lîbyayê bêne derxistin, dewleta Tirk 130 çeteyên ji herêmên Sûrî yên dagirkirî amade dike ku wan bişîne Lîbyayê.

Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan ragihand ku Dewleta Tirk duh 130 çete ji herêmên Sûrî yên dagirkirî li Efrîn û Idlibê birin Tirkiyê da ku wan bişîne Lîbyayê.

Hat zanîn ku istixbarata Tirk ji serçeteyên xwe xwest komên nû ji çeteyan amade bikin da ku wan bişînin Lîbyayê.

Çavdêriyê da zanîn Dewleta Tirk dê 140 çeteyên ku li Lîbyayê bi kar tîne vegerîne Sûriyê.

Berî çend rojan jî 300 çete ji Lîbyayê vegerand.

Li gorî Çavdêriya Sûrî, ji sala borî ve Dewleta Tirk 10 hezar çete ji Sûriyê şandin Lîbyayê.

Back to top button