Ev 2 sal in li Serêkaniyê û Girê Spî sûcên dewleta Tirk roj bi roj zêde dibin

Dewleta Tirk a dagirker, 9’ê Cotmeha 2019’an bi hevkariya hêzên navnetewî Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin.
Piştî dagirkirina herêmê, dewleta Tirk, bi hezaran çete û malbatên ji welatên biyanî li van deran bicihkirin.
Çeteyên ku li wir hatin bicihkirin niha jî li ser mal û milkên welatiyên Serêkaniyê û Girê Spî, şer dikin.

Hevserokê Meclisa Girê Spî Hemîd El-Ebid û Endamê Komîteya Têkiliyan a MSD’ê Elî Rehmon xwestin ku li ser sûcên çeteyên dewleta Tirk yên li herêmê xebatekî hevpar bê meşandin.

Dewleta Tirk a dagirker, 9’ê Cotmeha 2019’an êrişî Rojava kir û bajarên Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin

Hêzên hegemon jî bûn hevkar û rê li pêşiya êrişên dewleta Tirk vekirin.

Di encama êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê de bi sedan şêniyên herêmê hatin kuştin û bi sed hezaran şeniyên herêmê ji warên xwe koç kirin.

Piştî ku dewleta Tirk Serêkaniyê û Girê Spî dagir kir, vê carê bi hezaran çete û malbatên ji welatên biyanî li şûnwarên gel bicihkirin.

Çeteyên ku dewleta Tirk li van herêmên bicih kirin, li ser mal û milkên xelkê Serêkaniyê û Girê Spî, şer dikin û hev dikujin.

Hemîd El-Ebîd: Divê komên çete yên li Serêkaniyê û Girê Spî bikevin lîsta terorê

Hevserokê Meclisa Girê Spî Hemîd El-Ebid tekildarî zêdebûna sûc û kirinên çetêyên dewleta Tirk û yên li Bajarên Serêkaniyê û Girê Spî û sedemên derketina tevliheviya di navbera çeteyan de axivî.

El-Ebid got;

“Tevliheviya di nava çeteyên dewleta Tirk de ji ber parvekirina tiştên tên dizîn û fidyeyên li şêniyan ferz dikin, pêk tê.

Li aliyekî din jî ji ber neyekbûna fikirê di nava komên çete de jî pevçûn û şer çêdibin.”

El-Ebid têkildarî êriş û teqînên li herêmê çêdibin jî anî ziman ku teqîn di nava komên çete de bi zanebûn têne kirin, da ku hevdu têk bibin, û şeniyên resen yên herêmê bidin koçber kirin.

Çeteyên dewleta tirk bi rêbazên hovanê yên weke kuştin, revandin, destavetin, dizî hewl dide şêniyan bitirsînin û herêmê ji şêniyan vala bikin.

El-Ebid bang li civaka navneteweyî kir ku wekî çeteyên Ehrar El-Şerqiyê tevahî komên çete yên li Serêkaniyê û Girê Spî bixe lîsteya terorê ya navneteweyî.

Endamê Komîteya Têkiliyan a MSD’ê Elî Rehmon jî axivî û diyar ku divê li ser sûcên çeteyên dewleta Tirk yên li herêmê xebatekî hevpar bê meşandin.

Back to top button